Danasîna Modila Naverokan: "Mod Content"

Modila Rêveberiya Naverokan "Mod Content" nas bikin. Taybetmendiyên wê yên piralî, optimîzasyona SEO, birêvebirina medyayan û piştgiriyên wê hîn bibin.

Veröffentlichungsdatum: Aktualisierungsdatum:

Danasîna Giştî

Modula Rêveberiya Naverokê (mod_content), modila sereke û bingehîn a AKM Business CMS ye. Ji bo afirandin, sererastkirin, dabeşkirin û weşandina nivîsên ne di formata gotar, nûçe û weşanan e. Ji xwe modilên Nûçe û Weşan cuda ne û li gor wê armancê bi taybetî hatine sêwirîn. 

Mod Content bi tevn û binesaziya xwe ya pêşketî, derfetan dide ku hemû naverok bi awayekî bi rêk û pêk, piralî û hosteyî werin birêvebirin.

Taybetmendiyên Sereke ên Modilê

1. Piştgiriya Gelek Zimanan (Zimanên Piralî)

  • Her naverok dikare bi zimanên cuda (Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî), Îngilîzî, Almanî û hwd.) serbixwe were afirandin û nûjenkirin.
  • Zimanê her naverokê ji hev veqetandî ye ku ev yek pêşkêşiya malperê ji bo bikarhênerên cîhanê hêsantir dike.

2. Edîtorê Dewlemend û Kurtasiya Naverokê

  • Sernav û Nivîsa Destpêkê (Deck & Summary): Qada kurtasiyê ji bo balê bikşîne ser mijara sereke û di belavok / qertan de were nîşandan.
  • Naveroka Dewlemend (Rich Text Content): Piştgiriya edîtorê nivîsa dewlemend ji bo afirandina nivîsên dirêj, bi stîl û sêwiranên xwestî.

3. Optimîzasyona Jixweber a Motora Lêgerînê (SEO Optimization)

  • URL-ya Paqij (SEO Slug): Afirandina navnîşana rûpelê ku ji bo motorên lêgerînê (Google hwd.) guncan be.
  • Meta-Daneyên SEO: Têketina taybet a sernavê rûpelê (meta title), peyvên mifteyê (keywords) û ravekirina meta (description) ji bo bilindkirina pileya malperê di lêgerînan de.

4. Lêkirina Medyayan (Wêne, Vîdewo, Wênedan û Pelên PDF, Doc û hwd.)

  • Wêneyê Sereke: Lêzêdekirin û guherandina wêneyê nîşaneyê (Cover Image).
  • Galeriya Wêneyan: Bikarhêner dikare bi carekê re gelek wêneyan li naverokê zêde bike, wekî wênedanka taybet a wê naverokê.
  • Rêveberiya Pelan: Lêzêdekirina pelên PDF û hin wekî din pir hêsan e. Ku destûr hatibe dayin, her bikarhêner dikare pêvekên têkildar li naverokê zêde bike. Ku destûr hatibe dayin, kesên endam û ne endam jî dikarin wan pêvekan bibînin û daxin jî.
    Integrasyona Vîdeoyê: Lêzêdekirina vîdeoyan yan jî lêzêdekirina kodên embed (iframe) rasterast di nav naverokê de hêsan e.

5. Kontrola Gihîştinê û Ewlehiyê (ACL & Destûr)

  • Birêvebirina destûran ji bo sînorkirin an erkdarkirina kesên endam û ne endam mimkûn e.
  • Pergala erkl û destûran ji bo komên endaman (Afirîner, Edîtor, Gerînende û Weşîner).

6. Întegrasyona Slaydir a Sereke (Hero Slider)

  • Naverokên bijarte bi yek tikînê dikarin li Hero Slider werin zêdekirin, da ku li serê rûpelê bi reng û wêneyên mezin derkevin pêş.

7. Rêzkirin, Fîltre û Raporên Daneyan

  • Fîltrekirin li gorî ziman, kategorî, dîrok û rewşa weşanê (Weşandî / Pêşnûma).
  • Derxistina navnîşa naverokan bi formatên PDF, CSV, Excel an jî çapkirina rasterast.